10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya senatora Amerîkî Jackie Rosen kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.

Di civînê de tekezî li pêwîstiyên pêywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê di warên ewlehî û aborî de hatin kirin, di vê derbarê de amaje bi girîngiya serdana serkeftî ya vê dawîyê ya şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokê Hikûmetê bo Amerîkayê û hevdîtin û civînên li gel berpirsên bilind ên Kongres û rêveberiya Amerîkayê hat kirin.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de, herdu alî li ser rêzgirtin û parastina Pêkhateya Federal a Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê de hemfikir bûn.

Guhertin û pêşketinên di rewşa giştî ya Iraq, Sûriye û herêmê bi giştî de beşek din a gotûbêjan bûn.

Nûçeyên têkildar