10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku ev roj afirandine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:Serok Barzanî di 63emîn salvegera tevlîbûna xwe ya di nava Pêşmerge de, silav li hemû Pêşmergeyan kir, giyanê pak ê şehîdan bi bîr anî û qehremanên ku dîrok çêkirine û bûne şanaziya gelê xwe silav kirin.

Îro 20ê Gulana 2025an, 63 sal di ser dema ku Serok Mesûd Barzanî bûye Pêşmerge re derbas dibe. Bi vê boneyê, Serok Barzanî peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî "X"ê weşand.

Peyama Serok Barzanî:

"Silav li hemû Pêşmergeyan û ez çavên wan maç dikim.

Silav li giyanê pak ê şehîdan û silav li hemû wan qehremanên ku ev roj afirandine û bûn şanazî ji bo gelê xwe."

Serok Mesûd Barzanî roja 20ê Gulana 1962an, tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. 

 

 

Nûçeyên têkildar