10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em pabendbûna xwe ji bo parastina mafên karkeran tekez dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:  Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di Roja Karkeran a Cîhanî de, pabendbûna hikûmetê ji bo parastin û misogerkirina mafên karkeran tekez kir.

naveroka peyama Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Rêzdariya me bo erk, emek û beşdariya çalak ya Karkerên Kurdistanê di prosesa awedan kirin û geşe pêdana jêrxana abûriya Kurdistanê de heye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di salên derbasbûyî de, gelek hewl da û bo baştir kirina jiyana Karkeran û parastina wan gelek gavên mezin avêt û niha jî em pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastin û dabîn kirina mafên Karkeran, selametiya pîşeyî û tendirostî û mafên wan û baştir kirina rewşa kar kirina wan dubare dikin.

Roja cîhaniya Karkeran pîroz be, û hêvî dikim hertim mafên wan parastî bin û tendirost bin.

 

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Nûçeyên têkildar