10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/4/2025, Nêçîrvan Barzanî,Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Balyoz Tomas Seiler, Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û şanda pê re kir.

Di civînekê de peywendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê û xurtkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş hatin gotûbêjkirin, herwiha di derbarê rewşa siyasî û aborî de li Iraqê û Herêma Kurdistanê, dîtin û ramanên xwe guherîn.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya rola Yekîtiya Ewropayê ya piştgiriya aramiyê û berdewamiya xurtkirina peywendiyan bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kir, bi taybetî di warên pêşveçûnê, mafên mirovan û hevkariya aborî û çandî de.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyoz Tomas Seiler pêgîriya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê re tekez kir, herwiha spas û pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê ya bicihkirina aramiyê û bihevrejiyana aştiyane nîşan da û xwesteka Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşvebirina warên hevkariyê bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.
Rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî, mijareke din a civînê bû

Nûçeyên têkildar