10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bi Şahê Urdunê re dicive

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro Yekşem 27/4/2025, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî diçe Emman, paytexta Şahnişîna Urdunê ya Haşimî.

Di serdanê de, dê bi Şah Ebdullayê Duyemîn ê kurê Huseyîn, Şahê Urdunê re bicive û li ser xurtkirina têkiliyên herdu aliyan û hevkariya hevpar a Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Urdunê re gotûbêj bikin.

Her di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmareke berpirsên bilind ên Urdunê re hevdîtin û civînan bike

Nûçeyên têkildar