10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Nêçîrvan Barzanî di bîranîna Roja Rojnamevaniya Kurdî de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand û ragihand, Bi vê boneyê, ez bang li hemû rojnamevan û xebatkarên medyayê dikim ku di erkên xwe de bi awayekî profesyonel serederî bi bûyer û pêşketinan re bikin û nirx û berjewendiyên gelê xwe li ber çavan bigirin.”

Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:

127-emîn salvegera weşandina rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve, herweha 127-emîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi germî û ji dil li hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê pîroz dikim, ji wan re serkeftina zêdetir û pêşketina berdewam dixwazim.

Di vê helkeftinê de, em pêgîriya xwe ya bi azadiya çapemenî û derbirrînê û girîngiya parastina peyva azad wek bingeheke sereke ya demokrasiyê, pêşketin û civakek tendurist û ewle, tekez dikin. Emê xebata xwe ya ji bo çêkirina jîngeheke guncayî ji bo karê rojnamevaniyê ku gihîştina wan ya agahiyan misoger dike û ji her asteng û qeydan dûr be, berdewm bikin ku tê de her binpêkirinek di çarçoveya yasaya çapemeniyê de bête çareserkirin.

Em bawer in ku çapemeniya azad, wêrek, berpirsiyar û rexnegir, hevpareke sereke ya avakirina Kurdistaneke dadperwertir û pêşkeftîtir e. Lewra di vê helkeftinê de, weke ku me her tim kiriye, em rojnamevanan han didin ku pêgîrî profesyonelî, bêalîtî û rastbêjiyê bin, ji zêdegoyî û gotinên tund dûr bikevin û berjewendiya bilind a welat û aştiya civakî têxin beriya her tiştî û rola xwe ya çalak ya bicihkirina çanda piralîtî, bihevrejiyan, hevqebûlkirinê û lêborînê bilîzin.

Di vê rojê de, em bi rêzdarî şehîdên çapemeniya Kurdistanê û her kesê ku di riya gihandina rastiyê û xizmeta civakê de qurbanî dane bi bîr tînin û em rola rêxistinên navxweyî û navneteweyî ya çavdêriya azadiya derbirrînê li Kurdistanê bilind dinirxînin. Em wan piştrast dikin ku ji bo pêşxistina jîngeha çapemenî û medyayê li welatê xwe, em ji raporên wan fêde digirin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22 Nîsan 2025

Nûçeyên têkildar