10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serê sala Êzidiyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.

Ev jî  Naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Ez sersala Êzîdiyan li tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneka xweş û pirr şadî biborînin.

Em wek herdem piştevaniya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dikin û em li ser bizavên xwe berdewam in, da ku rewşa Şingalê dîsa asayî bibe û avedan bibe û awareyên wê deverê bi serbilindî vegerin ser wargehên xwe.

Sersala Êzidîyan pîroz be û herdem di aştî û saxlemiyê da bin.

 

Mesrûr Barzanî 

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê

 
 

 
 
 
 

Nûçeyên têkildar