10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li ser xurtkirina têkiliyên dualî dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Nîsanê ,Mesrûr Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn û ji bilî goftûgokirina dawî pêşhatên navçeyê, tekezî li ser xurtkirina têkiliyên herdu aliyan kirin. 

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya xurtkirin û bihêzkirina dostanî û hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kirin.

Herwiha ew li ser pêwîstî û girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanî ya Tirkiyeyê jî hevnêrîn bûn. 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasî û pêzanîna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman, ku bûye penageheke aram jib o parastina hemû pêkhateyên neteweyî û olî û roleke wê ya girîng jî di parastina aramî û ewlehiya navçeyê de heye

Nûçeyên têkildar