10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li hejmarek nivîskar û rewşenbîrên Ereb kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 10ê Nîsanê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hejmarek wêjevan, nivîskar û kesayetiyên rewşenbîr ên Ereb kir, ku bi mebesta beşdariyê di Heftemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan de serdana Hewlêrê kiribûn.

di hevdîtinê de şanda mêvan pesnê rola Serok Barzanî da di pêşxistina çanda diyalogê û pêkvejiyana siyasî û çandî de li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herwiha, berdewamiya pêşangeha salane ya pirtûkan li Hewlêrê û hewldanên Fexrî Kerîm û Dezgeha Meda yên ji bo vekirina pêşangeha pirtûkan bilind nirxandin. 

Herwiha şanda mêvan amaje bi wê yekê jî kir ku pêşangeha pirtûkan û çalakiyên çandî yên bi vî rengî faktorên bihêz in, ji bo pêşxistina civakê, pêwendiyên navbera şaristaniyan û dewlemendkirina ziman û wêjeya gelên herêmê.

Her di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û di axaftinekê de ronahî xist ser rola zana û wêjevanên mezin ên Kurd di xizmetkirina çand û wêjeya Kurdî û gelên herêmê de û çand û rewşenbîrî wekî bingehekî girîng ji bo lihevtêgihiştina navbera netewe û gelên herêmê wesif kir. Herwiha, kurtiyek ji dîroka siyasî ya Iraqê û herêmê û ew karesatên ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine, ji şanda mêvan re pêşkêş kir.

Nûçeyên têkildar