Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Îmaratê re civiya

Hewlêr-KDP.info: îro 7ê Nîsanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Ebû Dhabî ligel Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmarata Erebî civiya.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li li ser pêşxistina peywendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirekirina hevkariyên di navbera her du welatan de kirin, bi taybetî di warên ku ji bo herdu aliyan pêwîst in.
Di vê derbarê de, behsa derfetên veberhênana Îmaratê û sektora taybet li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û li ser wan war û sektorên ku Îmarat dikare li Iraqê veberhênanê û Herêma Kurdistanê bike, gotûbêj kirin.




