10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîdad Barzanî bi nûnerîtiya Serok Barzanî serdana Berhem Salih kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Sîdad Barzanî bi nûnerîtiya Serok Barzanî û hevaltiya Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Silêmaniyê ya PDKê serdana Berhem Salih kir û serexweşî lê kir.

îro Yekşem, 06.04.2025 Sîdad Barzanî bi nûnerîtiya Serok Barzanî û hevaltiya Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Silêmaniyê ya PDKê Elî Hisên, bi merema gehandina peyama Serok Barzanî ji bo behiya Xudêjêrazî Belên Salih, serdana malbata Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih kir.

Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih û bira û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber peyama wî ya behîdariyê û serdana nûnerê wî.

Nûçeyên têkildar