Mesrûr Barzanî: Divê civaka navdewletî li ser parastina gelê Kurdistanê berdewam be

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Nîsanê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, “Di salvegera biryara 688 a Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî de ku dawî li êrîş û zordariya rejîma Beis anî, em rêz û pêzanîna xwe ya ji bo piştgiriya civaka navdewletî dubare dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pêwîste civaka navdewletî li ser parastina gelê Kurd û parastina mafên wî berdewam be.




