Mesrûr Barzanî Cejna Akîtoyê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: îro 1ê Nîsanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, postek li hejmara xwe ya tora civakî belav kir û bi boneya hatina Cejna Akîto, pîrozbahî li welatiyên Kildan, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Yek ji taybetmendiyên herî berçav ên cejnê, meşa kurt a bi cilûbergên niştimanî ye ku bi navê Meşa Binefşeyî tê naskirin, ku di serdema şahê Babîlê de û di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Dihokê, girîngiyeke mezin pê tê dayîn.




