Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina her du partiyên komunîst ên Iraq û Kurdistanê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: îro 31ê Adarê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdisatanê bi boneya 91 saliya damezrandina her du partiyan peyamek pêşkêşî Sekreter û endamên Komîteya Navendî ya her du partiyan kir.
Mesrûr Barzanî got: “Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komonîst a Kurdistanê dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê û berevanîkirina li maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê de heye.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Ez hêviya serkeftinê di xebata wan a ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û xurtkirina prensîbên azadî û demokrasiyê li Iraqê de, ji wan re dixwazim.”




