Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê cejna Remezan li Musulmanan dike

Hewlêr-KDP.info: Serok Wezîran Mesrûr Barzanî, bi boneyê cejna Remezan, pîrozbahiyê li Musulmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze, bingehên tebaî û bi hev re jiyana aştîxwaz û biratî di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibe û zêtir geş bibe.
Eve deqê peyama Serok Wezîran e:
Bi boneyê hatina cejna pîroz a Remezan, germtirîn pîrozbahiyê li hemû Musulmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmerge qehremanan û hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan dikim. Hêvîdarim bêhnvedana cejna we, di xweşî û şadî û aramiyê de derbaz bibe.
Ji Xwedayê mezin lava dikim ku rojî û îbadetên hemûyan qebûl bike û hêvîdar im bingehên tebaî û bi hev re jiyana aştîxwaz û biratî di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibe û zêtir geş bibe.
Cejna we pîroz be û her dem di aştî û ewlehî û tendurustiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan
2025/3/29




