Serbest Lezgîn: Herdem karirên Yekîtiya Qutabiyan pêşeng û pêşrew bûne

Zaxo-KDP.info/ Li jêr çavdêrî û berhevbûna Serbest Lezgîn endamê encumenê serkirdayetiya PartiyaDemokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî li Zaxo û Xelîl Mehmûd herêmdarê Zaxo û çendîn berpirsên hizbî û mîrî, liqê Zaxo yê Yekîtiya qutabiyên kurdistanê bi hevkariya hepî park ahengeka hunerî bo sercemên nunerên yekîtiya qutabiyan li Zanko û peymangeh û amadeyên Zaxo sazkir û têda xelatên rêzlênanê pêşkêşî hemû nuneran kirin.
Di peyvekê da Barzan Mistefa berpirsê liqê Zaxo yê qutabiyan behsa kar û çalakiyên qutabiyan û bername û pilanên karkirnê bo dahatî kir û diyar kir ku nunerên qutabiyan erkekê bi zehmet li ser milên wane û bi xweşbextane her sal vî erkî bi rêk û pêkî encam diden lewra jî ne bi fer dît nunerên xwe dinav navendên xwendinê de xelat bikin.
Serbest Lezgîn çavdêrê ahengê di peyvekê de dest xweşî li nunerên yekîtiya qutabiyên kurdistanê kir ku bûne cihê baweriya qutabiyan û ev çende bi xelatekê mezne bo wan lewra divêt bşêwekê baştir ji caran karê qutabiyan bikin û kêşe û girftên wan bigehîne cihên peywendîdar û bibne pirek bo gehndina xwast û daxaziyên qutabiyan.
Di tewerekê dî de berpirsê liqê ronahî berdane ser karê yeketiya qutabiyên kurdistanê û ew germatî û zîrekiya kadirên qutabiyan di cê becêkirina erkê xweda dikir û diyar kir ku cihê serferaziyê ye yekîtiya qutabiyan rolekê giring û karîger di bizava rizgarî xwaza kurdî gêraye û herdem kadirên vê rêkxira wê pîşeng û pêşrew bûne.
Li dîvda ahengê bi hozanên huzanivan Burhan Zêbarî dest pêkir û bi dengê hunermendan Karwan û Hekîm Berwamî pêk hat û li dûmahiyê xelatên rêzgirtinê pêşkêşî berpirsên lêjnên kulêjên zanko û peymangeh û amadeyên Zaxo hate kirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)