10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Mesrûr Barzanî ya bi helkefta cejna Newroz û serê sala Kurdî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:  îro 20ê Adarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Newrozê û Sersala Nû ya Kurdî ya 2725, peyamek belav kir û tê de got: “Ez germtirîn pîrozbahiyê li seranserê Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên Asayîşa Navxweyî û kesûkarên şehîdan ên serbilind û enfalkiriyan dikim.”

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye gotin: “Ez spasî gelê xweragir û welatparêz ê Kurdistanê dikim, ku îradeya bihêz a gelê Kurdistanê, dihêle em bi geşbînî li pêşerojeke baştir binêrin û em hêvîdar in di pêşerojeke nêz de, em bikaribin hikûmeteke nû ya bihêz û yekgirtî pêk bînin.

Herwiha got: “Hêvîdar in bi awayekî baştir û hêjatir, berdewamî bidin karnameya xwe ya çaksaziyê û zêdetir xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bikin, welatê xwe ber bi qonaxeke pêşketîtir û geştir ve bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Newroza we pîroz be. Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistanîyan biparêze.”

Nûçeyên têkildar