10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro sêşemê 18'ê Adara 2025, li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li birêz Hesen Turanî Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê de hatin kirin. Herwaha behsa hemahengî û nêzîkbûna navbera aliyên siyasî yên parêzgeha Kerkûkê hat kirin, ew jî ji bo kûrkirina pêkvejiyan û seqamgirî û pêşkeşkirina xizmetan ji rûniştvanên parêzgeha Kerkûkê re ye.

 

 

Nûçeyên têkildar