10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 17.03.2025) Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransayê li Îraqê kir.

Di ragehandineke Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin.”

Tewerekî din ê wê civînê girêdayî danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê ku, rewşeke erênî û hevfêmkirineke baş peyda bûye û em hêvîdar in li paşerojeke nêzîk hikûmeteke bihêz û hevgirtî pêk bînin.”

Nûçeyên têkildar