Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwazayî yê Tirkiyê kir

Hewlêr-KDP.info: Îro 16.03.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi taybetî di warê enerjiyê de hate kirin.
Her du alî li hev kirin ku di zûtirîn dem de hemû astengiyên li pêşiya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê were rakirin.





