10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Mesrûr Barzanî û Bafil Celal Talebanî piştî civîna wan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro 16.03.2025ê, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Pîrmamê pêşwazî li Serokê YNKê Bafil Talebanî kir.

Piştî civîna xwe li Pîrmamê derbarê pêkanîna kabîneya dehem a hikûmetê, Mesrûr Barzanî cîgirê serokê Partiyê û  Bafil Talebanî serokê Yekîtiyê ragihandin, "Me civîneke gelek baş pêk anî û danûstandinên me dê berdewam bin û armanca me pêkanîna hikûmeteke xizmetkar e ji bo gelê Kurdistanê".

Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, "Ev civîn cara duyem e û civîn gelek erênî û baş bûn ji bo nîqaşkirina wan mijarên ku gelek girîng in ji bo gelê Kurdistanê û herêma me bi giştî, û pêşketineke baş di vî warî de hebûye".

herweha amaje bi wê jî kir, "Em hêvîdarin ku tîmên me bikaribin bigihîjin lihevkirineke temam li ser pêkanîna hikûmetê di demeke nêzîk de û hemû gelê Kurdistanê bi pêşveçûna wan danûstandinan ên di navbera me de dilxweş bibin".

Ji aliyê xwe ve,  Bafil Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê piştî civînê ragihand, "Civîna me bi Mesrûr Barzanî re gelek baş bû û em li ser çend mijarên stratejîk ku ji bo miletê me baş be li hev kirin".

Wî got jî, "Danûstandinên me dê berdewam bin û armanca me ewe ku di demeke zû de hikûmetek ava bikin ji bo xizmetkirina miletê me".

Nûçeyên têkildar