Serok Barzanî: Birîna kîmyabarana Helebcê dê her di dilê hemû kurdan de bimîne

Hewlêr-KDP.info: îro 16ê Adarê , Serok Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got:“Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê dê her û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin.”
Serok Barzanî tekez kir, “Berpirsiyariya vê tawana li dijî mirovatiyê û encamên wê, heta qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê dewleta Iraqê ye.”
Serok Barznî got: “di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebce de, em silav li giyanê şehîdên Helebce û malbatên şehîd û birîndarên vê tawanê dikin.”




