10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê peyamek di salvegera 37emîn a kîmyabarana Helebceyê de belav kir û tê de ragihand, “Ewê cihê mixabiniyê ye, hikûmeta federal erkê xwe ya destûrî û yasayî ji bo qerebûkirina malbatên qurbanî û şehîdên Helebce û Enfalê pêk neaniye.”

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî:

Di salvegera kîmiyabaran kirina bajarê Helebce û derdorê, îro birêzdarî ve şehîdên ew komkujiya rejîma berê ya Îraqê bibîr tînin û hertim di hizra me dene.

Rêzdariya me bo qurbanîdana xelkê nîştimanperwer û têkoşer yê Helebceyê heye, bi taybetî birîndarên vê karesatê û kesûkarên serfiraz yên şehîdan.

Her çend beşeke ji berpirs û bikerên wê tawanê hatin cezakirin, lê rixmî derbasbûna 37 salan bi ser vê karesata han ya mezin, hîn jî birînên wê tawanê nehatine dermankirin, lewre erkê tevahiya me ye ku, hewl bo zêdetir nasandina komkujiya Helebce, Enfal û tawanên din yên ku, derheq bi gelê Kurdistanê hatine kirin, bidin û zêdetir xizmeta kesûkarên şehîd û qurbaniyên wan tawanan bikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê sereke dizane ku, xizmeteke hêja pêşkêşî Helebceyiyan û qurbaniyên din yên genocide gelê Kurdistanê bike. Di salên derbasbûyî de çend projeyên xizmetgozarî di warên curbicur de li parêzgeha Helebceyê hatine cîhbicîhkirin lê dizanin ku, hîn jî Helebce pêdiviya xwe bi xizmeteke zêdetir heye, jiber vê çendê me ji şêniyên hêja û qurbanîder yên Helebceyê re dibêjin ku, di pêşerojê de zêdetir û baştir xizmeta vê deverê dikin.

Tişta ku, cîhê mixabiniyêye, ewe ku, heta niha hikûmeta federalî berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û destûrî bo qerebû kirina kesûkarên qurbaniyan û şehîdên Helebceyê cîhbicîh nekiriye û heta niha jî parlementoya federalî proje qanûna biparêzgeh bûna Helebceyê bepejrandiye, lewre daxwaz dikin ku, ji vê zêdetir kêmterxemî li hember qurbanîdanên Helebceyê neyê kirin û bi awayeke hêja were qerebûkirin û proje qabûna biparêzgeh bûnê jî bilez were pejrandin.

Silav bo rihê paqêjê şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê

 

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Nûçeyên têkildar