9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Mearîfî Tirkî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:Nîvro ya îro dûşema 10.03.2025 , Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtineke li bajarê Hewlêrê de, bi Mehmûd Ozdîl Serokê Dezgeha Mearîfî Tirkî û şandeke pê re, behsa kar û çalakiyên Dezgeha Mearîf li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, her wiha di derbarê alîkariyên hevbeş yên dezgehê bi aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê de, danustandina bîr û ramanan kirin. Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wekî Serokê Dezgehê, hêviya serkeftinê ji bo birêz Ozdîl xwest û hemû hevkarî û piştgîriyeke ji bo serxistina kar û projeyên Dezgeha Mearîfî Tirkî li Herêma Kurdistanê dûpat kir. Her wiha balkişand li ser der‌fetên alîkariyên hevbeş û sûd wergirtina ji ezmûna serkeftiyên Tirkiye yên li warê xwendin û perwerdeyê da kir. Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Mearîf spas û rûmetên xwe ji bo piştgîrî û alîkariyên aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi dezgehê re derbirî û behsa xwendingehên ser bi dezgehê li Bexda û Hewlêrê kir. Her wiha ‌xwesta dezgehê ya ji bo pêşxistina alîkariyên bi dezgehên peywendîdar re û wekî wê yên li Herêma Kurdistanê derbirî. Li vî derbarî de pesnê rola Dezgeha Rewange ya li warê xwendin û perwerdeyê da kir û amadehiya dezgehê ji bo alîkariyên hevbeş yên li navbera her du aliyan da dûpat kir. Tekez kirina li ser girîngiya kalîteya xwendinê û asta bilinda perwer‌deyê, mijarên dinê hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.

 

Nûçeyên têkildar