10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 09.03.2025) Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê yê pêştir Mistefa Kazimî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê û amadekariyên hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê hatin kirin.

Her li dû wê ragehandinê, pareke din a danûstandinên wê civînê girêdayî pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bû.


 

 

Nûçeyên têkildar