Serok Barzanî: Raperîn peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê azadî û serbestiyê dixwaze

Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 05.03.2025) Serok Barzanî salvegera serhildana gelê Kurdistanê pîroz dike û tekez dike, “Serhildan peyameke ron bû ku gelê Kurdistanê di ser zilm û tepeserî û tirsandinê re zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.”
Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna serhildanê bi vî rengî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta sîh û çaremîn salvegera raperîna mezina gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû xebatkar û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbihayên gelê Kurdistanê ye. Li sayeya îradeya azadîxwaziya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û yekrêziya aliyên li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da raperîn pêkhat û serkeftinê bi dest ve anî. Raperîn li dijî sazî û damudezgehên sîtemkar û dagîrkeran, peyameke zelal bû ku ji bilî hebûna zulm û sîtemkariyê û bişaftin û asîmîlasyonê, gelê Kurdistanê zîndiye û azadî û serbestiyê dixwaze. Raperîn wê rastiyê da xûya kirin ku dagîrkerî û sîtem çendî bi hêz jî bin, encamê de her bi dawî dibe û ewe îrade û hêza gelê Kurdistanê ye ku serdikeve.
Li vê salvegera pîroz da tekez li ser bihayên pîrozên raperînê û peyama aştî û birayetî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn. Silav ji bo ruhê bilindê şehîdên raperînê û hemû şehîdên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê re dişînîn ku bi xwîna wan ya pak azadî û serbestiyê ji bo gelê me pêkanî.
Mesûd Barzanî
5 ê Adara 2025




