Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş ya her du Odeya Bazirganiya Kildanî-Amerîkî û Aşûrî-Amerîkî kir

Hewlêr-KDP.info: Îro duşemê 24ê Sibatê 2025 li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş ya her du Odeya Bazirganiya Kildanî-Amerîkî û Aşûrî-Amerîkî bi serokatiya Martîn Menna Serokê Odeya Bazirganiya Kildanî-Amerîkî kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di parastina pêkhateyên cuda û kûrkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha sipasiya Serok Barzanî kirin ku her tim tekez kiriye ku Kiristiyan li welatê xwe bimînin û koç nekin. Wan daxwaz kir ku Serok Barzanî piştgiriya daxwazî û mafên Kiristiyanên li Deşta Neynewa bike.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya serdana şanda mêvan kir bo Herêma Kurdistanê û tekez kir ku xwişk û birayên Kiristiyan beşeke girîng ya welatî ne û piştevaniya xwe jî ji bo daxwazên xwişk û birayên Kiristiyan li Parêzgeha Neynewa û seranserê Iraqê dubare kir.




