Nêçîrvan Barzanî bi Serok Wezîr Sûdanî re civiya

Hewlêr-KDP.info : îro şemî 22.02.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Bexdayê bi Mihemed Şiya Sûdanî Serok Wezîrê Iraqa Federal re civiya.
Li civînê de girîngtirîn pirs û babetên li ser asta niştimanî, girîngiya berdewam ya bi cîhkirina rêkeftinên hevbeş û bernameya hikûmetê li hemû kert û waran da guftûgo kirin, bi taybetî piştî pejirandina hemwarkirina dawî ya yasaya budceya giştî ya federal ya li Encumena Nûneran, bi awayek xizmeta berjewendiya niştimanî bike, aborî ya welat bihêztir û pêdiviyên wê dabîn bike.
Her di vê demê her du aliyan dakokiyê li ser pêwîstiya bi leztir kirina destpêkirina berhemanîna neftê ji aliyê kompanyayên neftî ve li Herêma Kurdistanê û henardekirina nefta Herêma Kurdistanê li rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re kirin ku bi xêra tevahiya Iraqê de dibe.




