Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke saziya Darayî ya Navneteweyî dike

Hewlêr-KDP.info: îro (Pêncşem, 20.02.2025) Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Dezgeha Darayî ya Navdewletî kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Di hevdîtinê de behsa pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan de ji bo pêşdebirina sermayeguzariyên navxweyî û biyanî û sûdwergirtina ji rênimayiyên wê saziyê di warê pêşvebirina geşepêdana aborî bi taybetî di warê avadankirina navçeyên pîşesazî de hate kirin.
Wê şandê pesna bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, di warê hemerengkirina aborî û giringîdana bi kertên çandinê û pîşesazî û bankî û enerjiyê de.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser encamên bicihanîna wê lihevkirinê hatin kirin, ku di navbera Dezgeha Darayî ya Navnetewî û Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine îmzakirin.




