Trump alîkarîkirina hevpar bi Herêma Kurdistanê re tekez dike

Hewlêr-KDP.info: Îro (Pêncşem, 20.02.2025) nameyeke bi-dest-nivîsî ji aliyê Donald Trump Serokê Amerîkayê ve gehişt Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ku bersiva nameyeka wî ye.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Zêdebarî spasdariyê ji bo nameya Nêçîrvan Barzanî, Trump di wê nameyê de tekez li ser pêkvekarkirin û alîkariya hevpar û berdewamkirina nirxên hevpar bi Herêma Kurdistanê re kiriye.”
Donald Trump Serokê Amerîkayê di dawiya wê nameya xwe de hêviya serkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê re kiriye.




