10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî:ez bi hemi awayan piştevaniya piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 19.02.2025)  Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê bi serokatiya her du perlemanteran Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Wê şandê di wê hevdîtinê de dilxweşiya xwe ji bo serdan û hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê diyar kir û kurtiyek li ser armanca serdana xwe û bizavên piroseya aştiyê li Tirkiyeyê pêşkêş kir û amaje da ku, niha qonaxeke nû li Tirkiyeyê dest pê kiriye  pirsa aştiyê û çareseriya doza Kurdan bûye mijareke giring û pêdivî ya vê demê. Wê şandê herwesa rol û pêgeh û piştevaniya Serok Barzanî di wê piroseyê de jî bilind nirixand.”

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe bi temamî ji bo piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û bidawîanîna şer û tundûtîjiyê tekez kir û amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkarî û hevahengiyekê di vî warî de diyar kir.”

Nûçeyên têkildar