9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Sibatê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Berris Ekinci Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser derfetên pêşxistina peywendiyên dualî, bi taybetî di warê bazirganî û enerjiyê de hatin kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê re.

Herwiha guftûgo derbarê projeya Rêya Geşepêdana û girêdana welatên Kendavê û Iraqê bi rêya hesinî bi Tirkiye û Ewropayê re, hate kirin û di vê derbarê de tekez li ser beşdariya Herêma Kurdistanê di vê projeya stratejîk de hat kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guhertin û pêşhatên rewşa Sûriyeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hat kirin.

Nûçeyên têkildar