Mesrûr Barzanî ji bo Kwêtê hat vexwendin

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 11.02.2025) Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey bi Şêx Ehmed Ebdilla El- Ehmed El-Sebah Serokwezîrê Kwêtê re civiya.
Di wê civînê de, Serokwezîrê Kwêtê silav û rêzên Mîrê Kwêtê Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sebah gehandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.
herwesa Serokwezîrê Kwêtê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kwêtê vexwand herwesa Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.




