10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî li Dubayî beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro 10.02.2025ê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekî hikûmetê, ber bi Îmartê ve birêket. Armanca serdana Serokê Hikûmetê ji bo beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a rojên 11 heta 13yê vê mehê dê li bajarê Dubayî birêve biçe.

di ragehandinekê de,Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê ber bi Îmaratê ve bi rê ket, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.”

Di dema birêveçûna wê lûtkeyê de, Mesrûr Barzanî dê zincîreyek hevdîtin û civînan li gel hejmare ji serok û rêveber û berpirsên payebilind ên cîhanê encam bide.

Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê: Qubad Talebanî , Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  Sasan Ewnî Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Umêd Sebah Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, Amanc Rehîm Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar