Mesrûr Barzanî û Xemîs Xancar: Divê destûr bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan

Hewlêr-KDP.info: îro 8ê Sibatê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Xemîs Xancar Serokê Hevbendiya Siyada kir.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin kirin.
Herwiha di civînê de, her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û parastina ewlehî û aramiya Iraqê kirin.




