Mesrûr Barzanî ji bo Moskoyê hat vexwandin

Hewlêr-KDP.info : Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (pêncşem, 06.02.2025) pêşwaziya şandeke Rûsyayî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de dîtin û nerîn li ser dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê li hev hatin guhertin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje da pêgeha giring a Herêma Kurdistanê û peywendiyên dostane û dîrokî yên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re, herwesa tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re jî kir.
Mikhail Bogdanov bi awayekî fermî Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Moskoyê vexwand. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyên dualî tekez kir.




