9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro 6.02.2025 Serok Mesûd Barzanî 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir û ragihand, “Bi helkefta sîh û yekemîn salvegera ragihandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyê li birayê birêz Mamosta Selaheddîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û serkirdayetî û endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamî dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim ”
Serok Barzanî got: “Li vê bîranînê de rûmeta me ji bo rol û bandora Yekgirtiya Îslamî û serkirdayetiya wê ya li proseya siyasiya Kurdistan û Iraqê û helwestên wan yên li wêstgehên cûda cûda de heye ”
Serok Barzanî got jî: “Her wiha tekez jî li pêwîstiya pêkveyî û tebahiya di navbera aliyên siyasî û destgirtina bi hêlên stratejî û berjewendiyên gelê me dikîn..”

Nûçeyên têkildar