10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serexweşî li kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyê kir.

Serok Barzanî li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Gelek mixabin ji bo rûdana şewata dilhejîn a hoteleke parêzgeha Boluyê li Tirkiyê, ku hejmareke zêde ya welatiyan bûne qurbanî.”

Serok Barzanî dibêje, “Ez serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyên wê rûdanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim û herwesa daxwaza çarebûnê ji bo birîndarên wê rûdana dilhejîn dikim.”

Nûçeyên têkildar