9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holanda: Pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî proseya siyasî bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Serokwezîrê Holandayê re danûstandin li ser guhertin û pêşhatên Rojhilata Navîn û xasma jî li ser Sûriyê kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 22.01.2025 di perawêza Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosê, bi Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof re civiya û danûstandin li ser rewşa Rojhilata Navîn û guhertinan kirin.

Herdu alî li ser pêdivîtiya parastina aştî û seqamgiriyê û piştevaniya Civaka Navdewletî ji bo pêkanîna hikûmeteke tevgir û tevalî û tevlîbûna hemî pêkhateyên Sûriyê di piroseya siyasî û birêvebirina wî welatî de hevnerîn bûn.

Her di wê hevdîtinê de, herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Holandayê di warên cuda cuda de kir.

 

Nûçeyên têkildar