10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Çîkê behsa pêşxistina peywendiyan kirin

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Çile li Davosê bi Wezîrê Derve yê Çîkê Jan Lipavsky re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çîkê di warên curbicur de, bi taybetî di warê pirrengiya aborî de hate kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, herdu aliyan tekezî li ser parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyê de, bîr û ramanên xwe ji hev re parve kirin.

 

Nûçeyên têkildar