Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belcîkayê li Davosê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davos ê Swîsreyê bi Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo re civiya.
Serokwezîrê Belcîkayê amaje bi girîngiya helwesta Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Belcîkayê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Belcîkayê kir, ji bo hevkarî û piştevaniya bo Herêma Kurdistanê.
Herdu aliyan li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî bi taybetî di warê danûstandinên bazirganî û aborî de lihev kirin.
Girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û guhertin û pêşhatên Sûriyê mijareke dinî hevdîtinê bûn.




