Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îtalyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê kir û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 21.01.2025 li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Thomaso Sansone Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê kir û di hevdîtinê da bixêrhatina wî kir, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku welatê wî girîngiyê dide peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê û dixwaze di her warî de hevkariyên hevbeş di navbera wan de pêş bixe.
Her wiha behsa girîngtirîn warên peywendiyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş kirin.




