Nêçîrvan Barzanî cejna Kakeyîyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkeftina cejna Qewiltasê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li Kakeyîyên Kurdistanê û Îraq û her cihekî cîhanê kir.
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
“Ez bi germî û ji dil cejna Qewiltasê li tevaya xûşk û birayên Kakeyî li Kurdistan û Îraq û her cihekî cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im her sal û bi xêr û xweşî û bextewerî vegere û cejneke tena û asode derbaz bikin.
Her bi vê helkeftinê, em xûşk û birayên xwe yên Kakeyî piştrast dikin ku em dê wekî herdem parêzerên mafên wan bin, û Herêma Kurdistanê ji bo tevaya pêkhateyên wê dê welatê pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.01.2025




