10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ji bo karesat li ser Kurdên Rojava dûbare nebin, divê bibin yek

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser dîroka wan êş û jan û bêbeşbûnê da ku li Sûriye li ser gelê Kurd de hatiye û ji bo wê yekê ku karesat û êş û janên di dijî gelê Kurd dûbare nebin, tekez li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdan yên li Sûriyê kir.

Îro Sêşema 14.01.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Christopher Boehm Balyozê Kanada li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Kanada li Iraqê wê yekê xiste rû ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dike û li berfirehtir kirin û ber bi pêşvebirina wan peywendiyan de berdewam dibe. Her wiha Balyozê Kanada li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha 2024 li Serok Barzanî kir ku li rewşeke aram û bi rêjeyeke zêdeyê beşdariya xelkê birêveçû û bi proseyeke bi mînak wesif kir.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Hikûmeta Kanada yê kir ku li şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daye û tekez jî li ser berfirehtir kirina peywendiyên her du aliyan kir.

Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Sûriye û metirsiyên serhildana terorê mijarên dinê vê civînê bûn. Di derbarê rewşa Sûriye û çarenivîsa gelê Kurd li wî welatî de, Serok Barzanî balkişand li ser dîroka wan êş û jan û bêbeşbûnê da ku li Sûriye li ser gelê Kurd da hatiye û ji bo wê yekê ku karesat û êş û janên di dijî gelê Kurd dûbare nebin, tekez li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdan yên li Sûriyê kir.

Nûçeyên têkildar