Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa hevnêrîn bûn li ser giringiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13.01.2025 bi Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malîkî re civiya.
Di civînê de behsa bihêzkirina hevkariyên niştimanî û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li gor destûra Iraqê hate kirin. Di vê derbarê de, herdu alî hevnêrîn bûn li ser giringiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya têgihiştin û bihêzkirina diyaloga siyasî di navbera hêz û aliyên Îraqî de û yekxistina hewlan bo rûbirûbûna astengiyên heyî yên ku rûbirûyê welat bûne.
Di beşeke din a civînê de, behsa pêşhatên navçeyê, bi taybetî rewşa Sûriyê jî hate kirin û ronahî hate xistin ser eger û encamên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraq û navçeyê. Her di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehiya welat kirin.




