10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li Bexdayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Îro Duşema 13.01.2025ê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir re civiya.
Di civînê de behsa bihêztirkirina hevkariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hate kirin û tekez li ser pêwîstiya karê hevbeş yên ji bo çareserkirina pirsên niştimanî, bi awayekî ku aramiya welat û mafên hemû pêkhateyan dabîn bike, kirin.
Pêşhatên dawî yên deverê û encamên wan pêşhatan û bi çendîn mijarên din, di vê civînê de hatin guftûgo kirin. 

Nûçeyên têkildar