10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê pêşhatên naçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd re civiya û herdû aliyan pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aboriyê ya welêt hat gotûbêjkirin û meaş mafên karmend û malnişînên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya welêt, têkiliyên di navbera desthilatên federal û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan girîngiya berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê û desthilatdarên federal, çareserkirina xalên nakok li gorî yasa û destûrê û dabînkirina meaş û mafên karmend û Herêma Kurdistanê tekez kirine.

Serok Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê li ser girîngiya serdana berpirsên hikûmeta federal û hikûmeta herêmê ya ji bo hevtêgihiştineke hevpar û xurtkirina bingehên diyaloga avaker û karîger a ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbasbûna ji astengiyên hevbîr bûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve kir û dubare kir ku lihevtêgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan dê alîkariya xurtkirina pêwendiyên her du aliyan bike.

Serok Herêma Kurdistanê her wiha ji bo lêpirsîn û çareserkirina mijarên Hewlêr-Bexdaeyê spasiya hewlên Serokkomarê Îraqê kir.

Nûçeyên têkildar