Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoya Iraqê guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, îro Duşema 13.01.2025ê, bi Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlementoya Iraqê re civiya.
Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê bi rayedarên federalî re gotûbêj kirin û tekez li ser bihêzkirina hevkariyên ji bo çareserkirina kêşeyên hêlawestî li gor destûra Iraqê hate kirin. Herdu alî li ser pêwîstiya geşepêdana hevkariyên hevbeş yên ji bo aramî û geşepêdana welat de alîkar bin, hemfikir bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola Parlementoya Iraqê ya bihêztirkirina diyaloga niştimanî û dabînkirina dadwerî û wekheviya tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê û çareserkirina kêşeyên welat bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Serokê Parlementoya Iraqê kir ku, rola xwe di serastkirina yasaya bûdceya federalî ya sala 2025an de bilîze da ku dadperwerî di warê dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê da hebe. Bi taybetî jî mijara dabînkirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê weke hemû Iraqê.
Di mijareke dinê civînê de, herdu aliyan behsa pêşhatên deverê û guhertinên li Sûriyê kirin û tekezî li ser hemahengiya di navbera hemû aliyan ya ji bo rûbirûbûna astengî û aloziyan kirin.




