10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê de, îro Duşema 13.01.2025ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal re civiya.
Di civînê da bûyer û pêşhatên nû yên li ser asta Iraq û navçeyê gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya piştevaniya Hikûmeta Federal û serxistina pêkanîna bernameya hikûmetê, bi awayek ku bersiva daxwazên welatiyên li seranserê welat bide kirin.
Di mijareke din ya civînê de, pirsên di warê xizmetgûzariyan da yên ku têkilî bi berjewendiyên welatiyan ve heye û baştirîn rê ji bo rêxistina berpirsiyariyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li gorî prensîbên destûrê û yasayan, hatin gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya hevbeş ya di navbera hemû alî û hêzên siyasî de yên ji bo rûbirûbûna aloziyan û ji holê rakirina astengiyên di welat da bi awayekî kirin ku, berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bi cîh bikin û ewlehî, aramî û serweriya neteweyî bêne bi hêz kirin.

Nûçeyên têkildar