10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêvîdar im di sala nû de aştî û pêkvejiyan li navçeya me pêk were

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya hatina serê sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: “Bi boneya serê sala nû, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, germtirîn pîrozbahiyê li welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Cihê xweşhaliyeke mezine hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî bi serkeftî hate encam dan û li vê hilbijartinê da gelê Kurdistanê peyam û daxwaza xwe bi zelalî gihand. Her li ser vê bingehê jî divê bersîva deng û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bê dayîn. Ewe jî li rêya zûtir pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bi cîh bike.

Tekez li wê yekê jî dikîn ku pêwîste li çarçêweya destûr û rêkeftinan û li rêya diyalog û hemahengiya di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kêşeyên di navbera her du aliyan bêne çareser kirin û êdî astengiyan ji bo mafên xelkê Kurdistanê neyên dirust kirin.
Di demekê de em ber bi destpêka sala nû diçin ku navçeya me li rewşeke hestiyar da derbas dibe. Rûdan û guhertinên Sûriye ji bilî wê yekê bandorê li ser rewşa navçeya me û hevkêşeyan dike, li heman demê de jî derfeteke nû ye ji bo gelên Sûriye ku li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê da bingeheke bi hêz ji bo pêkvejiyan û aştî û aramiyê ava bikin. Navçeya me êdî nikare li hember kêşe û tundî û teror û nearamiyê raweste, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek pişta xwe bi zimanê diyalog û hevdû têgihiştinê girêbidin û înkarî û bişavtina neteweyî û olî dûr bikevîn. Divê hemû aliyek bizanin xwesepandin encama xwe nabe.

Em hêvîdar in di sala nû de aştî û pêkvejiyan xwe li ser navçeya me pêk were. Ji xwedayê mezin hêvîdarim gelê me ji hemû cûre nexweşî û êş û karesatan bi dûr bixe.
Mesûd Barzanî
31.12.2024”

Nûçeyên têkildar